Bi çend dronan êrîşî ser navenda Omer hate kirin

Amerîka jî dibêje eger heye di nava Îranê de êrîşî ser spaha Pasdaran bikin.
کوردستان TV
100%

Komên çekdar yên Îranî ev êrîş pêk anîne.

Li gor zaniyariyên berdest, îro danê sibê komên çekdar yên ser bi Îranê li Îraq û Sûriyeyê, bi çend dronan êrîşî ser hêzên Amerîkî yên li parêzgeha Dêra Zorê kirine.

Zaniyarî qala vê yekê dikin ku, komên çekdar bi dronan êrîşî ser navenda Omer ya li Dêra Zorê kirine ku, hem navendeke petrolê ye û him jî navendeke sereke ya hêzên Amerîkiye li deverê de.

Heta niha Amerîka di derbarê vê êrîşê de ti zaniyarî nedaye.

weke tê zanîn êrîşên Amerîkayê yên bo ser wan çekdaran jî destpê kirine û Serokê Amerîkayê jî duhê ragihandibû ku, eger heye di nava Îranê de jî êrîşî ser spaha Pasdaran bikin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.