Wezîra derve ya Holendayê serdana Îraqê dike

behsa têkiliyên Îraq û Holendayê dike.
کوردستان TV
100%

Eger heye serdana Hewlêrê jî bike.

Li gor daxuyaniyake wezareta derve ya Îraqê biryare sibê sêşem wezîra derve ya Holendayê Hanke Bruns Aslat serdana Bexdayê bike û li gel rayedarên Îraqî bicive.

Di civînan de vê wezîra derve ya Holendayê li gel aliyên Îraqî giftûgo derbarê erkên Holenda yên di çarçoveya NATO de li Îraq û herwiha têkiliyên navbera Îraq û Holendayê bike.

Ji aliyeke din ve hin çavkaniyên nûçeyan qala vê yekê dikin ku, eger heye wezîra derve ya Holendayê serdana herêma Kurdistanê jî bike û piştî civînan li gel rayedarên Kurdistanê jî serî li hêzên Holendî yên li herêma Kurdistanê bide.

Weke tê zanîn meha derbasbûyî wezîrê berevanî yê Holendayê jî serdana Îraqê kiribû û gel Serokwezîrê vê welatî civiya bû.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.