Sûriye: Me du dron xistine erdê

Sûriye dibêje dronên han yên Îsraîlê ne.
کوردستان TV
100%

Dibêje dron yên Îsraîlî ne.

Çapemeniya rejîma Sûriyeyê belav kiriye ku, duhê ji aliyê Golanê ve du dron derbasî sînorên Sûriyeyê bûne û sîstema berevanî ya Sûriyeyê êrîşî ser wan her du dronan kiriye.

Li gor nûçeyeke ajansa SANA ya Rejîmê sîstema berevanî ya Sûrî kariye ev her du dronên han yên Îsraîlî bixe erdê.

Heta niha Îsraîl di vê derbarê de ti daxuyanî nedaye û piştrast nekiriye ka gelo ev dron yên Îsraîlê ne an jî na.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.