Çend navendên çekdarên Îranî hatin bordiman kirin

heta niha zaniyariyên zêdetir derbarê vê êrîşê de nehatine belavkirin.
کوردستان TV
100%

Gelek kuştî û birîndarên çekdaran hene.

Li gor zaniyariyên berdest duhê bişev balefirên nenas êrîşî ser çend navendên komên çekdar yên ser bi Îranê li Başûrê Dêra Zorê kirine.

Di vê derbarê de navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê ragihandiye ku, duhê bişev balefirên nenas êrîşî ser çend navendên çekdarên Îranî li Başûrê Dêra Zorê kirine û di encama bordimana han de gelek çekdar hatine kuştin û gelek din jî birîndar bûne.

Navendê diyar kiriye ku, ev êrîş çend seatan piştî vê hatiye kirin ku, çekdarên Îranî êrîşî ser navenda Amerîkî ya Koniko ya li Dêra Zorê kiribûn lewre goman hene ku, êrîş ji aliyê hêzên Amerîkî ve pêk hatibû.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.