naveroka civîna civata wezîran

di civînê de 10 biryarên girîng hatine stendin.
کوردستان TV
100%

civata wezîran bi Serokatiya Serokwezîr civiya bû û piştî civînê jî ev daxuyanî hatiye weşandin.

Îro me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.

Di rojeva yekem yaku, rojeva sereke ya civînê bû, wezîrê darayî û abûrî Awat Şêx Cenab bi awayeke kurt behsa rewşa niha ya darayî ya hikûmeta herêma Kurdistanê bi taybetî mûçeya mûçexwerên herêma Kurdistanê kir. Awat Şêx Cenab behsa wan rêkaran kir ku, hikûmet bo wenêrîn kirin bi mîzana mehane ya wezaretên herêmê û şanda vê bo wezareta darayî ya federalî û şandina lîsteya tevahiya mûçexwerên herêmê û bi taybetî zaniyarên pêwîst yên derbarê mûçeya hêzên pêşmerge de radestî wezareta federalî hatine kirin lewre lazime hikûmeta federalî erkê xwe cîhbicîh bike û mûçeya tevahiya mûçexwerên herêmê binêre jiber ku, ti hincetek nemaye daku, mûçe neyê şandin.

Me jî spasiya wezîrê darayî kir ku, ev zaniyariyên han bo civata wezîran û raya giştî ya herêmê eşkere kir. Me balkêşande ser êv yekê kir ku, lazime tevahiya me berevanî ji pêgeha destûrî ya herêmê, maf û şayîsteyên darayî yên xelkê Kurdistanê bikin û rê nedin saziş li ser mafên me were kirin û berdewam bin li ser helwesta neguhertî ya hikûmeta herêma Kurdistanê ku, dixwaze rêkeftina hevseng di navbera her du aliyan de di çarçoveya destûrê de û herêma Kurdistanê jî berdewam dibe li ser cîhbicîh kirina erkên xwe yên destûrî û di vê warî de jî wezareta darayî û abûrî ya herêmê tevahiya erkên xwe cîhbicîh kiriye û lazime hikûmeta federalî jî erkên xwe yên destûrî cîhbicîh bike û şayîsteyên darayî yên herêmê bişîne û kêmbûna mûçeya mûçexweran temam bike û mûçeya meha Adarê jî bişîne.

Derbarê prosesa bi kart kirina mûçeya herêma Kurdistanê de jî mebehsa girîngiya projeya hijmara min kir ku, projeyeke pêşkeftiye û dibin çavdêriya bankaya navendî ya Îraqê de çend xizmetgozariyên darayî û herwiha asankariyên pêwîst pêşkêşî mûçexwerên herêm dike ku, ev jî beşeke ji projeya tewtîn kirina mûçeya mûçexwerên herêmê.

Piştî giftûgo kirin derbarê xala yekem  ya bernameyê, civata wezîran bi piraniya dengan ev biryarên han stend

1-Pîwerdar kirina wezareta darayî û abûrî bo destpê kirina prosesa dabeş kirina mûçeya tevahiya mûçexweran û lazime tevahiya wezaretan jî bo vê yekê lîsteyên xwe amade û radest bikin û herwiha lazime tevahiya wezaret û fermangehên herêmê lîsteya mûçexwerên xwe bo meha Adarê jî amade bikin daku, bo hikûmeta federalî were şandin daku, hikûmeta federalî jî di çarçoveya erkên xwe yên destûrî de sozên xwe bicîh bîne û mûçeya mûçexwerên herêmê bişîne, li hember de jî hikûmeta herêma Kurdistanê tevahiya erkên xwe yên destûrî bicîh aniye bi taybetî jî roja 27 Adarê zaniyariyên pêwîst yên derbarê mûçeya hêzên pêşmerge û hêzên asayîşê jî radestî hikûmeta federalî hatine kirin.

2-Pîwerdar kirina wezareta şaredarî û torîzmê, dîwana Serokatiya civata wezîran bo dabeş kirina erdên nîştecîhbûnê li ser tevahiya fermanber û karmendên hikûmeta herêma Kurdistanê yên ku, beriya niha erd wer negirtine.

3-Daşikandina sedî 20 ji pereyên av û elektirîkê li bo welatiyan heta rewş normal dibe.

4-Daşikandin sedî 20 ji pereyên risûmat, kirê wezarate şaredarî ku, li ser milê kasibkar û pîşewerane heta rewş normal dibe.

5-kêm kirina sedî 50 ji gumrukên li ser ajelên hawirdekirî û lazime piştî salekê wenêrîn bo vê yekê jî were kirin.

6-bexşîn anjî lêxweşbûn ji tevahiya deyinên taybet bi bîmeyê yên ser xwedankar, Karsazan bod ema 90 rojan bi şertê ku, tevahiya pereyan bidin.

7-lêxweşbûn bi rêjeya sedî 20 ji cezayên hatûçûyê heta dawiya meha Îlonê.

8-pêşkêş kirina asankarî di çarçoveya qanûna bacan de bo bacderan, pîşesaz û lêxweşbûn ji nedana cezayên paşkeftî.

9-kêm kirin bi rêjeya sedî 20 bo xwendina parelel ya êvaran li tevahiya zanîngeh, peymangeh û tevahiya dezgehên ser bi wezareta xwendina bilind û zanistî.

10- lazime tevahiya wezaret û aliyên têkildar ev biryarên han cîhbicîh bikin.

Rojeva duyem ya civînê jî taybet bû bi rêkar û şîretên bankaya navendî ya Îraqê taybet bi rakêşana dolar bi kaş û armanc ji vê biryarê jî kontrol kirina buhayê dolarê ye.

Civata wezîran biryar da ku, wezaret û aliyên têkildar lêkolîn û wenêrînên pêwîst bo vê babetê bikin daku, di civîna hefteya pêşiya me de civata wezîran biryara pêwîst li ser bide.

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.