Rayedarên herêmê êrîşî ser Kurumorê mehkûm dikin

zirareke mezin ber stasiyona han ketiye.
کوردستان TV
100%


Daxwaza ceza kirina êrîşkaran dikin.

Serokê herêma Kurdistanê û Serokwezîrê herêma Kurdistanê piştî êrîşa bi dron ya bo ser navenda gaz ya Kurumorê ya li Çemçemalê daxuyaniyên cuda dan.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rixmî mehkûm kirina êrîşa han, hevdem tekez li ser ceza kirina êrîşkaran dike û dibêje lazime Bexda jî di vê mijarê de gavan bavêje û êrîşkaran ceza bike.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê jî daxuyaniyek belav kiriye û rixmî sersaxiya ku, pêşkêşî kesûkarên qurbaniyan kiriye hevdem  daxwaz ji hikûmeta federalî kiriye bilez lêkolînê bike, êrîşkaran eşkere û ceza bike.

Serokwezîrê Kurdistanê herwiha diyar kiriye ku, li gor zaniyariyên destpêkê êrîş li devereke nêzî xaka Îraqê hatiye pêkanîn lewre lazime Bexda tevahiya komên çekdar yên derqanûnî yên ku, zirarê dide tevahiya me kontrol bike.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.