Li Adiyemanê 2 polîs hatin kuştin

heta niha sedema vê bûyerê nehatiye eşkere kirin.
کوردستان TV
100%

Polîsek êrîşî ser wan kiriye.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê duhê bişev li navendeke polîsan ya li bajarê Adiyemanê, polîsek jiber sedemeke nediyar bi çekê berdestê xwe êrîşî ser polîsên din yên di nava navenda polîsan de kiriye.

Di vê derbarê de wezareta navxwe ya Tirkiyeyê eşkere kiriye ku, di encama bûyera han de herî kêm 2 polîs hatine kuştin û çend polîsên din jî birîndar bûne û polîsê êrîşkar jî hatiye girtin.

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.