Zextên Rojavayiyan li ser Îmaratê zêde bûne

daxwaz ji Îmaratê dikin dijî Rûsyeyê helwest raber bike.
کوردستان TV
100%

Dijî Rûsyeyê zext li Îmaratê tê kirin.

Li gor çapemeniya cîhanî Amerîka, Brîtanya û Ewrûpa zextên xwe li gel dorpêçên xwe yên li dijî Rûsyeyê dijwartir kirine û di vê çarçoveyê de jî ev welatên han zext li wan welatan dikin ku, li gel Rûsyeyê têkiliyên wan hene.

Di vê çarçoveyê de wezareta derve ya Brîtanyayê ragihandiye ku, di destpêka vê hefteyê şandeke hevbeş ya Amerîkî, Brîtanî û Ewrûpî çûne Îmaratê û li gel rayedarên vê welatî civiyane.

Di civînan de zext li Îmaratê hatiye kirin ku, qadê li wan kompanî û kesên ku, guhê nadin dorpêçên cîhanî yên li ser Rûsyeyê teng bike û rê nede kar û çalakiyên wan kompaniyan.

Heta niha nediyare ka gelo Îmarat ev daxwaz qebûl kiriye an na?

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.