Şandeke Kurdistanê çû Îmaratê

cîhên torîstîkî yên Kurdistanê bi welatên Erebî re têne nasandin.
کوردستان TV
100%

Beşdarî di pêşengeha torîstîkî ya Erebî de dike.

Îro şandeke hikûmeta herêma Kurdistanê yaku, ji komîteya taybet ya torîstîkî pêk hatiye bimebesta beşdarî kirin di pêşengeha torîstîkî ya welatên Erebî de yaku, îro li Dubayî destpê dike, çû Îmaratê.

Li gel vê şanda han hijmareke kompaniyên torîstîkî yên Kurdistanê jî hene û biryare di çarçoveya pêşengeha han de, ev şanda Kurdistanî li gel aliyên têkildar yên welatên beşdar çend civîn û hevdîtinan pêk bîne û giftûgo derbarê kerta torîstîkî ya Kurdistanê de bike.

Her di heman civîn û hevdîtinan de vê şanda Kurdistanî, cîhên torîstîkî yên Kurdistanê jî bi welat û torîstên Erebî re bide nasîn.

Nûçe Kurdistan Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.