Artêşa Îsraîlê dest bi operasiyona ser Refehê dike

wezîrê berevanî jî dibêje destpê kirina operasiyonê nêz bûye.
کوردستان TV
100%

Îro dest bi derxistina xelkê medenî ji Rojhilatê Refehê kiriye.

îro duşem radiyoya fermî ya Îsraîlê ragihand ku, amadekariyên artêşa Îsraîlê bo destpê kirina operasiyona bejayî li Refehê ber bi dawiyê ve diçin.

Radiyoya Îsraîlê li ser zarê rayedarên artêşa vê welatî belav kiriye ku, îro duşem artêş dest bi derxistina xelkê medenî ji Rojhilatê Refehê kiriye û wan bo kempên nava Xan Yûnis vediguhêze.

Herwiha artêşa Îsraîlê jî daxwaz ji xelkê medenî yê li Refehê kiriye daku, bi awayeke dilxwaz xwe ji vê bajarê dûr bixin û berê xwe bidin herêma însandostane ya li peravê deryaya spî ya di navbera Refeh û Xan Yûnisê de.

Ji aliyê din ve duhê jî wezîrê berevanî yê Îsraîlê diyar kiribû ku, destpê kirina operasiyona bejayî bo ser Refehê gelek nêze.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.