Îsraîl: Em bi dijwarî Tirkiye ceza dikin

vê Îsraîl têkiliyên Tirkiye yên li gel Xeze û Felestînê qut bike.
کوردستان TV
100%

Tirkiye rêkeftinên li gel Îsraîlê binpê kiriye.

Piştî biryara Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan ya derbarê ragirtina bazirganiya navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de, hikûmeta Îsraîlê jî daxuyanî da.

Di vê derbarê de wezîrê derve yê Îsraîlê İsrael Katz ragihandiye ku, rayedarên Îsraîlê derbarê Tirkiyeyê de nirxandinên girîng kirine û vê çend rêkarên tund li hember Tirkiyeyê cîhbicîh bikin.

Katz diyar kiriye ku, vê Îsraîl rê nede Tirkiye li gel Felestînê bazirganî bike, herwiha bi tawana binpê kirina rêkeftinan dijî Tirkiyeyê doz veke û Îsraîl têkiliyên navbera Tirkiye û Xezeyê jî asteng bike.

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.