Serok Barzanî li gel şandeke Urdinî civiya

Urdin û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin.
کوردستان TV
100%

Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Urdinê hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî li gel şandeke xwendina bilind û zanîngehên Urdinê civiya ku, pêk hatibû ji Dr, Memûn Eldobeyî Cîgirê wezîrê xwendina bilind ya Urdinê û Serokên 9 zanîngehên vê welatî û herwiha Konsulusê Urdinê yê li Hewlêrê Fûad Elmecalî.

Di civînê de şanda mêwan rola Serok Barzanî ya di nava prosesa siyasiya herêma Kurdistan û Îraqê, kûrtir kirina çanda bihevre jiyanê û geşe sendina herêma Kurdistanê bilind nirxand û rixmî tekez kirin li ser dostatî û têkiliyên dîrokî yên di navbera Urdin û Kurdistanê de hevdem amadebûna welatê xwe bo pêşde birina têkiliyên akademîkî û hevkarî û hemahengiya navbera zanîngehên her du aliyan diyar ki.

Her di heman civînê de Serok Barzanî behsa têkiliyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistanê û şahnişîna Urdinê de kir û spasiya Şah Ebdulah,  hikûmet û gelê Urdinê kirk u, di qonaxên curbicur de hevsoz û alîkarê xelkê Kurdistanê bûne û tekez li ser bihêztir kirina têkiliyên dostane yên di navbera her du aliyan de di warên curbicur de kir.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.