Wezîrê derve yê Fransa bersîva gotinên Trump da

Trump gotibû kes nikare li ser navê Amerîkayê baxeve

Wezîrê Derve yê Fransa Jean Yves le Drian ser gotinên Serokê Amerîka Donald Trump yên dijî Serokkomarê Fransa bersîv da.

Trump di Twitterê de ser danûstandinên bo Îranê gotibû ku ‘’niyeta Emmanuel rind e lê xêncî Amerîka ti kes nikare li ser navê Amerîka biaxife’’

Le Drian bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku Fransa bo aştî û ewlekarîya herêmê dixebite.

Le Drian got. Fransa hewil dide ku girjîya li herêma kêm bike û bo vê yekê jî ne hewceyî destûra ti kesî ye.

Wî diyar kir ku Fransa girêdayî peymana navokî ya bi Îranê re tevdigere û da zanîn ku Macron gava bo dîyalogê danûstandinê dike Amerîka jî agahdar dike.

Voa

 

بابه‌ته‌ پەیوەندیداره‌كان

نوێترین ڤیدیۆ

COVID-19
تووشبوون
17,771,308
گیان له‌ده‌ستدان
683,266
چاکبوونەوە
11,167,839
تووشبووان
13,857
گیان له‌ده‌ستدان
541
چاکبوونەوە
9,083
تووشبووان
124,609
گیان له‌ده‌ستدان
4,741
چاکبوونەوە
87,434