Fuara Amedê bi dawî hat: Rêjeya beşdaran hat eşkerekirin
7/10/2019 - 10:52
Fuara Pirtûkan a Amedê bi dawî hat. Di 9 rojan de 175 hezar kesan serdana fuarê kir.
7emîn Fuara Pirtûkan a Amedê, di navbera 28ê Îlonê û 6ê Cotmehê li Navenda Fuar û Kongreyan a TUYAPê birêve diçû, duh bi dawî hat.
Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê ragihand ku di maweyê 9 rojan de 175 hezar pirtûkhezan serdana fuarê kiriye.