Hunermend Eyub Elî roja Şemiyê ji Kurdistan TV re ragihand ku wî li bajarê Veria yê Yewnanistanê di konsereke serkeftî de çend melodî û gotinên muzîka Kurdî bi temaşevanên Yewnanî re parve kir û pêşwaziyeke germ dît.
Eyub Elî got ku beşdar û hezkiriyên huner û muzîkê bi germî pêşwaziya konserê kirin. Herwiha du malperên rojnamegeriya Yewnanî li bajarê Veria girîngî dane konserê û derbarê wê de nûçe weşandin.
Hunermend ragihand ku berhemeke hevbeş a Kurdî û Yewnanî bi hunermendê Yewnanî Konstantinos Tsahouridis re, bi navê “Ji Kurdistanê bo Yewnanistanê”, di demeke nêzîk de wekî klîbek vîdyoyî dê were weşandin.
Naveroka kurt a stranê dibêje: Ez bi Kurdî dibêjim û tu jî bi Yewnanî; em dinyayê bi stranan tijî bikin.
Stran qala axa Kurdistanê, dengê kewê li çiya û zozanan, darên zeytûnê, derya û giravên bedew ên Yewnanistanê dike. Hunermendê Yewnanî jî bedewiya Kurdistanê û dostanî û aştiya gelên Kurd û Yewnanî vedibêje.
Konser niha li kanala fermî ya YouTube ya hunermend Eyub Elî berdest e.







