
Serok Barzanî bi Mazlûm Ebdî re civiya
Duşemê 12 Cotmehê 2026 de, li Pirmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Mazlûm Ebdî, şêwirmendê Serokê Komara Sûriyeyê, kir.
Di vê civînê de, li ser rewşa siyasî û dawî pêşketinên Sûriyeyê û herêmê danûstandin hatin kirin.
Herwiha di vê civînê de, li ser paşeroja Kurdên Sûriyeyê, pêvajoya danûstandinan û hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û misoger kirina îstiqrarê ronahî hate avêtin.