Li ser riya Kerkûk - Hewîceyê, ji ber teqîna pergala gazê ya otomobîla malbatekê, jinek di hundirê otomobîlê de şewitî û jiyana xwe ji dest da, sê rêwiyên din jî birîndar bûn.
Helû Cebarî, nûçegihanê Kurdistan TV li Kerkûkê, ragihand: îro duşem, li ser riya sereke ya Kerkûk - bajarokê Hewîceyê, otomobîlek agir pê ket û ji ber vê yekê jinek di hundirê otomobîlê de şewitî û sê kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên bingeha polîsên bajarokê Hewîceyê, otomobîlê bi pergala gazê dixebitî û ji ber vê yekê teqiya û agir pê ket.
Polîsên Hewîceyê herwiha ragihand ku hemû rêwiyên hundirê otomobîlê endamên heman malbatê bûn.






