Îro, roja Înê, 30ê Çirîna Yekem a 2026an, Donald Trump, serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ragihand: "Şerê bi Îranê re dê di demeke nêzîk de biqede", û îşaret pê kir ku bi dawîhatina şer re bihayê benzînê jî dê dakeve.
Serokê Amerîkayê di beşeke din a axaftina xwe de Îran hişyar kir û got: "Îran nikare bibe xwediyê çekên nukleerî û em dixwazin garantiyeke tevahî bidest bixin ku Tehran bi tu awayî û qet destê xwe negihîne çekên nukleerî".







