Sasan Ewnî, wezîrê Şaredarî û Ger û Geştê, ji bo serdana meydanê û şopandina karan, serdana mega-projeya stasyona paqijkirina ava qirêj a bajarê Hewlêrê kir. Ev proje ji aliyê şirketa "Awzan" ve bi pereyê (579) milyon dolar, ji budceya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tê pêkanîn.
Wezîrê Şaredarî û Ger û Geştê bi rêvebir û kadroyên şirketa Awzan re civîya û li ser awayê meşandina karan şopandin kir. Piştre beşên projeyê serdana kir û rêberî û talîmat da şirketa pêkanîner û tîmê endezyaran ê wezaretê, da ku kar li gorî dîzaynê û bi awayê herî baş, di dema diyarkirî de, bêne temamkirin.
Sasan Ewnî di civînê de tekezî li ser vê yekê kir: "Ev proje yek ji projeyên stratejîk ên kabîneya nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku bi biryara Masrûr Barzanî, serokê hikûmetê, tê pêkanîn û xewnêke kevn a bajarê Hewlêrê ye".
Wezîrê Şaredariyê herwiha destnîşan kir ku ev gav hevdemê projeya lezgîn a gihandina avê ye ku bi biryara serokê hikûmetê bajarê Hewlêrê ji pirsgirêka kêmbûna avê rizgar kir. Di heman demê de, ev stasyon mezintirîn projeya ye ku ji hawîrdora Hewlêrê re xizmet dike, ava binerdê diparêze, pêşî li jehrîbûna axê digire, tenduristiya giştî û sektora çandiniyê ya herêmê diparêze û li ser asta Iraqê yekem e. Herwiha, wê roleke sereke di avdana deverên kesk, kembera kesk û berhemên çandiniyê de hebe.
Divê bê gotin ku di roja 16-ê Tîrmehê ya sala 2025-an de, kevirê bingehê yê vê projeya stratejîkê ji aliyê Masrûr Barzanî, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ve hate danîn.






