Îro sêşem, 17ê Çiriya paşîn a 2026an, heyetek ji Iraqê ku ji nûnerên şeş partî û aliyên siyasî pêk hatiye, beşdarî gera pêncemîn a konferansa diyaloqa Partiya Komunîst a Çînê bi partiyên welatên ereb re bû; di wê konferansê de nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê jî beşdar e.
Elî Huseîn, endamê Desteya Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, di axaftinekê de ji bo (Kurdistan TV) ragihand: "Di gotarekê de peyama Serok Barzanî û partiya min li ser dîrok û têkoşîna gelê Kurdistanê û rola wan li asta Kurdistanê û Iraqê û bandora wan li herêmê pêşkêş kir; herwiha hemahengî û têkiliyên di navbera Kurdistanê û welatê Çînê de di konferansê de anî ziman".
Endamê Desteya Siyasî ya partiyê herwiha amaje pê da ku, wek nûnerê Iraqê, bi Encumena Neteweyî ya Gelê Çînê (Parlament) re civiya û di wê civînê de rewşa cîhanê û herêmê, herwiha mijarên siyasî, aborî, bazirganî û çandî hatin nîqaşkirin.
Elî Huseîn zelal kir ku ev diyalog bi beşdariya hin partî û aliyên siyasî yên 20 welatên ereb û herêmê tê lidarxistin, dê 10 rojan bidome û tê payîn ku karên wê roja pêncşemê ya bê dawî bibin.
6 Wêne





