Rêşîd Hemo Hecî Şingelî sala 1926’an li gundê Şingelê, li herêma Barzanê, ji dayik bûye. Di 17 saliya xwe de bûye pêşmerge û ji wê demê ve hemû jiyana xwe bi têkoşîn û fedakariyê li ser rêya ax û welat girêdaye.
Di dîroka têkoşîna xwe de, sala 1945’an beşdarî yekemîn şerê xwe li herêma Nehêlê ya girêdayî qezaya Akrê bûye. Dû re bûye pêşmergey Komara Kurdistanê li Mehabadê. Paşê, sala 1947’an, di 21 saliya xwe de, bi Barzanî Nemir û hevalên xwe re berê xwe daye Yekîtiya Sovyeta berê.
Rêşîd Hemo Şingelî di herdu şoreşên Îlon û Gulanê de jî pêşmerge bûye. Ji ber têkoşîn, westiyan û xebata wî, Serok Barzanî Medalyaya Barzanî Nemir pêşkêşî wî kiriye.
Ev leheng 83 salan di rêzên pêşmerge û têkoşînê de xebitiye û niha 100 salî ye; ew wek semboleke zindî ya berxwedan, fedakariyê û dilsoziya ji bo welat tê nasîn.




