Îro şemî, 21ê Çirîna Duyemîn a 2026an, Scott Bessent, wezîrê Xezîneyê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, di peyamekê de li ser tora civakî ya (X) eşkere kir ku rezerveya neftê Îranê li deryayê qediya ye û destnîşan kir ku dibe ku Tehran tu carî dahata neftê ku berê firotiye, ji nû ve bi dest nexe.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê got: "Di çarçoveya operasyona qutkirina aborî de ku du meh û nîv berê dest pê kiriye, mezintirîn cezayên darayî û tecrîda aborî ya dîroka cîhanê li ser Îranê hatiye sepandin û ji cara yekemîn ve ji dema ku Îran neft hilberîne, tu keştiyekî neftê ya wan li deryayê tune ye û nefta Îranê ji bo kirînê peyda nabe".
Scott Bessent her wiha destnîşan kir ku berevajî vê yekê, şeviya borî mezintirîn qasî nefta xav ji destpêka pevçûnan ve ji Tengava Hurmuzê re derbas bûye.
Di beşekî din ê peyama xwe de, wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê eşkere kir ku di navbera Amerîka, Rûsya û Çînê de li ser du mijarên sereke hevahengiyek çêbûye. Yekem ew e ku Îran tu carî nabe xwediyê çekên nukleerî û ya duyem ew e ku azadiya keştiyaniyê li Tengava Hurmuzê were parastin û li ser wê tu tavîzek neyê kirin.
Derbarê gefên Tehranê de jî, Scott Bessent got: "Ez bi tu awayî ji gefên Îraniyan natirsim. Heke ew li dû min bin, ew delîlek e ku zexteke pir mezin li ser wan hatiye kirin û rê li ber wan teng bûye. Em ê jî zextê li ser Sepahê Pasdaran bidomînin heta ku neçar bibin serî li peymanekî girêdayî bidin".







