Di Lîga Şampiyonên UEFAyê de, 4 tîmên ku derbasî fînala çaryekê bûn diyar bûn

ev tîm vê fînalê de bilîzin

Di Lîga Şampiyonên UEFAyê de pêşbirkên rowanşa tûra 16 tîmên dawî despê kir. 4 tîmên ku derbasî fînala çaryekê bûn bi pêşbirkên ku hatin lîstin ve diyar bûn, çar tîmên din jî bi pêşbirkên hefteya pêş ve wê diyar bibin.

Di Lîga Şampiyonên UEFAyê de pêşbirkên rowanşa tûra 16 tîmên dawî despê kir. Di pêşbirka ewil a Lîga Şampiyonên UEFAyê de du tîmên mezin Paris Saint-Germain u Real Madrid hatin hemberî hev. Real Madrida ku li hember dijberê xwe pêşbirka ewil 3-1 qezenç kiribû di pêşbirka duyem de jî bi skora 2-1 biserket û derket tûra jorîn. Ji bilî vê pêşbirkê di heman şevê de Liverpool û Porto jî têkoşiyan. Tîma Îngîlistanê bi dijberê xwe re 0-0 beranber ma lê di pêşbirka ewil de reqîbê xwe bi skora 5-0ê têkbiribû û tûr derbas kir.

Di du pêşbirkên 7ê Adarê de hatin lîstin de Manchester Cityê li qada xwe li dijî tîma Baselê 1-2 têk çû lê nûnerê Îngîlistanê ji ber ku pêşbirka ewil 4-0 qezenç kiribû derbas fînala çaryekê. Di pêşkirka din de jî Tottenham û Juventus li dijî hev têkoşiyan. Şampiyonê Lîga Seri Ayê û tîma navdar ya Îtalyayê Juventus li deplesmanê bi skora 1-2ê qezenç kir û tûr derbas kir. Juventus pêşbirka ewil jî 2-2 bi beranberiyê ve qedandibû.

Di Lîga Şampiyonên UEFAyê de pêşbirkên rowanşa tûra 16 tîmên dawî despê kir. Her wiha 4 pêşbirk hatin lîstin, bernameya pêşbirkên heftaya pêş ku wê bên lîstin jî wiha ye:

13e Adarê:

22.45 Manchester United (Îngîlistan) — Sevilla (Spanya) (0-0)

22.45 Roma (Îtalya) — Shakhtar Donetsk (Ûkrayna) (1-2)

14ê Adarê:

20.00 Beşiktaş (Tirkiye) — Bayern Munih (Elmanya) (0-5)

22.45 Barcelona (Spanya) — Chelsea (Îngîlistan) (1-1)