Weşanxaneya Yabayê derbarê êzidiyan de pirtûkek weşand

behsa Kurd bûna êzidiyan û çend mijarên din dike

Di pirtûka bi navê “Çiyayê Sîncarê/Şengalê Çîroka Gelekî ku Nayê Zanîn û Kurd” de beşê yekê li ser dîrok, çand, ol, huner, civak û zimanê Kurdên êzidî û beşa duyem jî bi giştî li ser kurdan disekine.

Weşanxaneya Yabayê pirtûkek li ser dîroka êzidiyan weşand. Navê pirtûkê “Sincar Dağı Bilinmeyen Bir Halkın Öyküsü ve Kürtler” (Çiyayê Sîncarê/Şengalê Çîroka Gelekî ku Nayê Zanîn û Kurd) e. Pirtûk ji du beşan pêk tê û di beşê yekê de behsa êzidiyan, beşa duyê jî bi giştî behsa Kurdan dike.

Beşa yekê ya bi navê “Çiyayê Sîncarê/Şengalê Çîroka Gelekî ku Nayê Zanîn” ji zimanî îtalî ji hêla Celal Kabadayi ji bo tirkî hatiye wergerandin. Pirtûk di çarçoveya pirtûkên Pirtûkxaneya Mezopotamyayê de hatiye çapkirin ku Weşanxaneya Yabayê heta niha 28 pirtûk di vê çarçoveyê de çap kirine.

Ji metnên asûr-keldanî hatiye wergirtin

Orîjînala pirtûkê bi zimanê asûr-keldanî hatiye nivîsandin. Samuele Giamil ango Samuel Jamil pirtûk ji bo îtalî wergerandiye. Li hin çavkaniyan tê diyarkirin ku kesê pirtûk bi asûrî-keldanî nivîsandiye Keşe Isaac ango Isacco ye. Li hin deran jî navê wî weke Bartella tê binavkirin.

Giamil di pêşgotina xwe ya ku ji bo pirtûkê nivîsandiye dibêje; “Pirtûk ji ber metnên li Pirtûkxaneya Keşîşxaneya Rabban Hormizdê hatiye girtin. Ev pirtûk ji hêla keşeyekî hatiye nivîsandin ku derbarê kevneşopiyên olî û razên geleke nîv-pagan ango pirrxwedaperest de ye ku bêhtir li Sûriyeyê dijîn û weke Yezidî tên naskirin.”

Di pirtûkê de êzidî, bi navê “Yezidi” hatiye penasekirin. Weke ku tê zanîn civaka êzidiyan, di serî de li Rojhilata Navîn û paşê jî li hemû cîhanê bi navê “Yezidi” hatine naskirin. Li Rojhilata Navîn navê “Yezidi” û Yezid b. Muaviye yê ku Hz. Huseyin li Kerbelayê kuştiye bi hev re tê girêdan. Ji ber wê nêrîneke neyênî li Rojhilata Navîn li ser êzidiyan çêdibe. Êzidî bi xwe vî navî qebûl nakin û ji xwe re êzidî dibêjin.

Di pirtûkê de tê dîtin ku du kes li ser dîrok, çand, ol û civaka êzidiyan sohbetê dikin. Lê nayê gotin ku ev kes kîne. Yek jê derbarê êzidiyan de pirsan dike û yê din jî bersivan dide ku qasî tê zanîn her du jî ji civaka êzidiyan e.

Beşê duyem li ser kurdan e

Beşa duyem a pirtûkê di bin navê “Kurd” de hatiye weşandin. Nivîskarê pirtûkê François Bernard Charmoy e. Charmoy Rojhilatnasê ji Fransayê ye ku li ser Şerefname ya Şerefxanê Bedlîsî xebitî ye û ev pirtûk bi têbiniyan û bi agahiyên nû weke 5 cild amade kiriye. Pirtûk ji hêla Weşanxaneya Yabayê ve hatibû çapkirin.

Rojhilatnasê rûsî Vladimir Minorski ev metnê ku Yabayê çap kiriye ji nava Şerefnameyê berhev kiriye. Yanî ev metin weke kurtedîroka kurdan e û bi kurtasî behsa dîrok, çand, huner, civak, ol, ziman û gelek tiştên din ên kurdan dike.

Bianet