Di 120 saliya xwe de bêyî pirsgirêkên tenduristî dijî

li Rojavayê Kurdistanê dijî
کوردستان TV
100%

Yek ji mirovên temendirêjtirîn dayika Ewaş Baqî di 120 saliya xwe de hê jî li gundekî Kobanê dijî û diyar dike ku sedema temendirêjiya wê jiyana gundîtiyê ye.

Li gundê Girdê yê kantona Kobanê dayika bi navê Ewaş Baqî yek ji kesên temenmezintirîn e û di 120 saliya xwe de hê jî jiyana xwe didomîne. Ewaş Baqî di sala 1898'an de hatiye dinyayê û niha di nava mirovên temenmezintirîn de cih digire. 7 zarokên Ewaş Baqî hene û kurê wê yê mezin 80 salî ye û kurê wê yê herî biçûk jî 65 salî ye. Ewaş Baqî bi eslê xwe ji bajarê Rihayê ye. Beriya 34 salan hevserê Ewaş Baqî çûye ser dilovaniya Xwedê. Tu pirsgirêkên tenduristî yên dayika Ewaş Baqî heta niha tune ne.

Dayik Ewaş Baqî niha dem bi dem rastî pirsgirêkên hiş û jibîrkirinê tê, lê çûna xwe ya bakurê Kurdistanê tu carî ji bîr nake û diyar dike ku di dema çûna wê de sînor di navbera rojava û bakurê Kurdistanê de tune bûn. Nûçegihanên ajansa me serdana dayika Ewaş Baqî kir û hin pirs jê kirin. Lê ji ber pirsgirêka jibîrkirinê nikaribû bersiva pirsan bide û li şûna wê kurê wê yê biçûk pirsên nûçegihanan bersivandin.

‘Ez gelekî pîr bûme’

Ewaş Baqî dibêje ku divê her kes li gundan bijî û ji bajaran dûr bikeve. Dayika Ewaş Baqî bi rûkenî bi nûçegihan re diaxive û diyar kir ku heta niha wêneyên wê nehatine kişandin. Nûçegihanan wêneyekî wê kişand û raberî wê kir. Ewaş piştî ku li wêneyê xwe temaşe kir wiha got: "Ez gelekî pîr bûme".

Şopên deqan li ser rûyê Ewaş Baqî yên dema ciwantiya wê de hê jî li ser rûyê wê diyar in. Dayika Ewaş got ku dema wê rûyê xwe deq kiriye nayê bîra wê. Ewaş Baqî car bi car hêdî hêdî dimeşe. Ewaş Baqî dibêje ku heta niha wê nexweşxane nedîtiye û tu pirsgirêkên wê yên tenduristî tune ne û ew dermanên xwezayî bi kar tîne, her wiha piraniya dema xwe di malê de derbas dike.

Şahida dîrokê

Ewaş Baqî diyar dike ku dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn dest pê kir, ew 16 salî bû û di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de 41 salî bû. Ewaş Baqî dibêje ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de çekên otomatîk tune bûn. Ewaş dibêje ku di 55 saliya wê de şoreşa Kubayê pêk hatiye. Her wiha gelek bûyerên tundiyê yên wekî komkujiyên li dijî ermeniyan, komkujiya Dêrsimê, darvekirina Şêx Seîd û gelek bûyerên din bi bîr tîne.

Ewaş Baqî yek ji kesên herî temenmezin de di cîhanê de, nemaze piştî ku Jeanne Calmen a 122 salî çû ser dilovaniya Xweda. Sarah Knauss 119, Lucy Hannah 117, Maria Capovilla 116 û Maggie Pauling Barnes 115 salî bûn û hemûyan jiyana xwe ji dest da. Ewaş Baqî niha wek mirova herî mezin di cîhanê de diyar dibe.

Jiyana Xwezayî

Girêdayî temendirêjiyê Ewaş Baqî dibêje ku ew bi jiyana gundewar ve gelekî girêdayî maye û wiha dibêje: "Gelek tişt û bûyer nayên bîra min, lê min giştî jiyana xwe li gund derbas kiriye. Jiyana gundîtiyê temenê mirovan dirêj dike."

Anha

 

Tendûrûstî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.