Wezareta Dadê raporta Mueller sibê diweşîne

raport bi giştî ji 400 rûpelan pêk hatiye

Wezareta Dadê ya Amerîka ragihand ku ewê raporta dozgerê taybet Robert Mueller ya derheqê hevkariya kempeyna Trump ya bi Rûsan re, roja Pêncşemê biweşîne.

Raporta ku wezareta dadê behsa vê dike ji 400 rûpelan pêk hatiye û hin beşên wê hatiye reş kirin.

Li gor nûçeyeka voayê Wezîrê Dadê yê Amerîka William Barr, sê hefte berî kurteyeke çar rûpelî ya wê raportê weşandibû û gotibû ku Mueller giheşt wê nêrînê ku Trump û kempeyna wî hevkarî bi Rûsan re nekiriye.

Barr, ku ji aliyê Trump ve hatibû erkdar kirin, hefteya borî gotibû ku bi baweriya wî dezgehên îstixbaratî yên Amerîkî, hember kempeyna Trump xebatên sîxûrî meşandine.