Li Spanyayê Partiya Sosyalîst bi ser ketiye

hilbijartin duhê hatibû kirin

Partiya Sosyalîst di encama hilbijartinan de ji sedî 29 deng standiye û li Spanyayê bûye partiya yekem. Her weha Partiya Vox jî 24 kursî bi dest xistiye ku partiyeke rastgir e.

Duh li Spanyayê hilbijartina parlamentoyê çêbûye. Hilbijartina li Spanyayê di encama wan pêşketinan de çêbûbû ku Katalonyayê serxwebûna xwe ragihandibû lê Spanyayê ev biryar nas nekiribû û serokên Katalan hatibûn sirgunkirin. Piştî vê rewşê pêbaweriya bi Mariano Rajoy, Serokwezîrê Spanyayê re kêm bûbû û biryara hilbijartina pêşwext hatibû stendin.

Pedro Sanchez, Serokê Partiya Karkerên Sosyalîst (PSOE) piştî hikûmeta Rajoyî hilweşiya bû bûbû Serokwezîr. PSOEyê duh di hilbijartinê de ji sedî 29 deng derxistiye û bûye partiya yekem.

Li gorî vê encamê Partiya Sosyalîst ji 350 kursiyan, 123 kursî li parlamentoyê bi dest xistiye. Dîsa heke hikûmete koalisyonê weke avakirin wê ev encam bihêle ku Sosyalîst bibin şirîkê herî xwurt ê koalisyonê.

Ji bo avakirina hikûmetê pêwistî bi 11 parlamenterên din heye

Podemos, yek ji şirîkên hikûmeta koalisyonê ya beriya hilbijartinê di encama hilbijartinê de 42 kursî bi dest xistiye. Lê ji bo avakirina hikûmetê pêwistî bi 11 parlamenterên din heye. Partî an jî koalisyona ku bixwaze hikûmetê ava bike divê xwediyê 176 parlamenteran be.

bianet