Peyama Serok Barzanî ya bo salvegera damezrandina navenda laleşê

Serok Barzanî dibêje piştgîriya we dikim

Bi minasebeta 26 saliya damezrandina navenda rewşenbîrî û huneriya laleşê Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Serok û endamên desteya bilind ya navenda Laleşê

Bi minasebeta 26 saliya damezrandina navenda Laleşê pîrozbahiyê li we yên birêz û endam û kadîrên navenda Laleşê û hemû xuşk û birayên Êzîdî dikim. Ji bo karkirin û pêşxistina çalakiyên civakî, çandî,  xizmetkirina xuşk û birayên Êzîdiyan, destxweşiyê li hewl û keda we dikim.

Bi vê helkeftê hêviya serkeftin û berdewamiyê bo we dixwazim  û herwiha piştevaniya xwe ji bo we yên birêz radigihînim. Hêviya bextewerî û aramî û vegerandina hemû xuşk û birayên Êzîdiyan li ser jiyana xwe ya asayiyê dixwazim.

Her serkeftî bin û bimînin bi xêr û xweşiyê de

Mesûd Barzanî