Prosesa xwe berbijêr kirinê destpê dike

proses heta sê rojan berdewam dibe

Biryare îro parlementoya Kurdistanê biciviye û di civînê de bi fermî prosesa xwe berbijêr kirin bo postê Serokatiya Kurdistanê destpê bike.

Piştî ku hefteya derbasbûyî parlementoya Kurdistanê proje qanûna ektîf kirina Serokatiya Kurdistanê pejrand, biryare îro yekşem parlementoya Kurdistanî dîsa civîneke din lidar bixe û di civînê de bi fermî prosesa xwe berbijêr kirin bo postê Serokatiya Kurdistanê destpê dike û heta sê rojan berdewam dibe.

Piştî bidawî hatina wan sê rojan, vê di nava sê rojên din de jî dengdan li ser berbijêrên Serokatiya Kurdistanê destpê dike û piştî hilbijartina Serok, vê Serok jî bi fermî Serokwezîrê Kurdistanê bo pêkanîna kabîneya nû pîwerdar dike.

Hêjayê gotinê ye ku beriya niha PDK Nêçîrvan Barzanî bo postê Serokatiya Kurdistanê berbijêr kiribû.