Mesrûr Barzanî û Nunera Sekreterê NY civiyan

dibêje NY dixwaze roleke girîng bilîze

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Netewên Yekgirtî bi Serokatiya nunera Sekreterê giştî yê NY Jeanine Hennis Plasschaert kir.

Di civînê de hevdem li gel giftûgo kirin li ser pêşhat û egerên siyasî yên li Îraq û deverê, behsa prosesa pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê, rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê, bi taybetî rewşa Kerkûkê hate nirxandin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku kabîneya nû ya hikûmetê wan pêngavan davêje ku li gor dil û xwestekên xelkê Kurdistanê ne.

Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî behsa pêşveçûnên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û ragihand ku danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê berdewamin û îradeyeke hevbeş bo gehêştin bi rêkeftin û çareser kirina kêşeyan heye.

Di beşeke din ya vê civînê de şanda mêwan jî kêfxweşiya xwe ya li hember pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê diyar kir û anî ziman ku NY dixwaze bo lihev nêz kirina nunerên pêkhateyan bo dîtina çareseriyên baş bo kêşeyên heyî xudan rol be.

Di dawiya civînê de rewşa siyasiya Îraqê û dom kirina lêv û tevgerên terorîstan jî hatin nirxandin.