Trump: Îran eger êrîş bike vê şaştiyeke gelek mezin bike

dibêje emê bersifeke dijwar bidin Îranê

Li gor nûçeyeke Foxnews a Amerîkî Serokê Amerîkayê Donald Trump gotiye eger rejîma Îranê li Rojhilata Navîn êrîşî ser hêzên Amerîkî anjî hevpeymanên Amerîkî bike, vê şaştiyeke gelek mezin bike jiber ku Amerîka vê bi tundî bersifeke dijwar bide Îranê.

Weke tê zanîn ku di wan demên dawî de aloziyê navbera Îran û Amerîkayê gelek tundtir bûne û di vê çarçoveyê de Amerîka du navgînên şerê, balefirên B52, pergala berevaniya mûşekî ya partiriot a MIM 104 û herwiha keştiyeke din ya leşkerî yaku têde nexweşxaneyeke mezin ya leşkerî heye şandiye kendavê.