Îdareya Trump behsa Îranê bo kongressê dike
21/5/2019 - 10:30
Biryare îro sêşem îdareya Trump derbarê aloziyên navbera Amerîka û Îranê de zaniyariyên zêdetir bide kongressê.
Li gor jêderan vê îro her yek ji wezîrê derve, wekîlê wezîrê berevanî û Fermandarê hêzên hevbeş yên Amerîkayê beşdarî civîna kongressê bikin.
Di civînê de vê congressman derbarê aloziyên navbera Amerîka û Îranê de pirsan bipirsin û rayedarên hikûmetê jî vê bersifa wan pirsan bidin.
Vê ji bilî bersifdanê, ew rayedarên hikûmetê yên ku beşdarî civînê dibin zaniyariyên berfire derbarê êrîş û metirsiyên Îranê pêşkêşî kongressê bikin.
- Log in to post comments