May: Em dikarin bo Brexitê referandumeke nû bikin

hîn jî kêşeya navbera Brîtanya û YEê nehatiye çareserkirin

Serokwezîra Brîtanya Theresa May diyar kir ku dikare ser peymana veqetîna ji Yekîtiya Ewrûpa (YE) ‘’referandumeke nû’’ bike.

Li gor nûçeyeke voayê May da zanîn ku di peymana Brexitê de, ku berê sê caran li parlamantoyê hatibû red kirin, hin guhertin çêbûne û ewê cara dawî wê peymanê derxe pêş parlamantoyê.

Wê di axaftina xwe ya li Londonê de got ku ger parlamanter piştgirîyê bidin Brexitê ewê bo referandumê dengdanekê li dar xe.

Di Brexitê de nû de, xalên ser mafên karkaran, polîtîkaya parastina hawîrdorê û bacstopa bo Îrlanda hatine guhertin.