Hadî Amerîk: Bila cîhanê rê nede şer biqewme

dibêje vê Îraq weke yekem welat zirarê herî mezin bibîne

Serokê tevgera Bedir Hadî Amerî di gotareke xwe de yaku duhê êwarê bi minasebeta 38 saliya damezrandina tevgera Bedir pêşkêş kir ragihand ku lazime Amerîka keştî û hêzên xwe yên leşkerî ji kendavê vekêşe.

Hadî Amerî herwiha daxwaz ji civaka cîhanî kir daku rê nede Îran û Amerîka şerê hev bikin jiber ku ev şerê han vê encamên gelek nebaş bi xwe re bîne.

Amerî herwiha anî ziman ku eger ev şer biqewme vê di pileya yekem de Îraq zirarê bike.

Hêjayê gotinê ye ku ev gotinên Amerî di demekê dene ku Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî daxwaz ij wezareta berevanî kiriye daku 5 hezar leşkerên din bişîne deverê.