Sê welatiyên Frensî li Îraqê tên darde kirin

li sûriye û Îraqê şer kirine
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên ji dadgeha bilind ya Îraqê, dadgehê piştî darizandinê cezaya darde kirinê daye sê welatiyên Frensî ku di nava DIŞIê de bûne.

Jêder behsa vê yekê kiriye ku ev her sê welatiyên Frensî endamên DIŞIê bûne û li Îraq û Sûriyeyê dijî xelk û hêzên ewlekarî yên Îraqê şer kirine û pişt re ji aliyê HSDê ve li Sûriyeyê hatine girtin û radestî Îraqê hatine kirin.

Pişt re dadgeh ev her sê kes darizandiye û bi cezayê dardekirinê mehkûm kiriye.

Weke tê zanîn beriya niha Frense diyar kiribû ku ne amadeye welatiyên xwe yên ku di nava DIŞIê dene vegerîne û lazime li Îraq û Sûriyeyê werin darizandin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.