5 welatî li ser rêya Hewlêrê canê xwe ji dest dan

tevahiya wan endamên yek malbetê ne

Direngiya şeva derbasbûyî li ser rêya navbera Hewlêr û Dihukê de, di encama bûyereke tirafîkê de 5 welatî canê xwe ji dest dan.

Li gor jêderan bûyer li ser rêya navbera Hewlêr û Dihukê ya li devera Baedrê, bûyereke tirafîkê qewmiye û di encama bûyera han de 5 welatî canê xwe ji dest dane û 5 welatiyên din jî birîndar bûne.