Sibê Serokê Kurdistanê sondê dixwe

gelek serkirde û nunerên welatên biyanî amade dibin

Biryare sibê seat 11 Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sonda qanûnî bixwe û bi fermî weke Serokê Kurdistanê dest bi pîwerdariyên xwe bike.

Di merasîma sond xwarinê de hijmareke zêde ji Serkirdeyên siyasî yên welatên deverê, balyoz û konsulusên welatên din yên cîhanê yên li Kurdistanê û tevahiya aliyên siyasî yên Kurdistanê amade dibin.

Merasim bi gotara Serok Barzanî destpê dike û pişt re jî Nêçîrvan Barzanî sonda qanûnî dixwe.