Serok Barzanî: Hêviya serkeftinê bo Nêçîrvan Barzanî dixwazim

hêviya serkeftinê bo Nêçîrvan Barzanî xwest

Serok Barzanî di merasîma sondxwarinê Serokê nû yê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, gotarek pêşkêş kir û ragihand ku lazime kêşeyên heyî bi diyalogê werin çareserkirin.

Serok Barzanî herwiha eşkere kir ku piştî hilbijartinên 30 Îlonê rewşeke nû hate holê, parlementoya nû hate hilbijartin, Serokatiya parlementoyê jî hate hilbijartin û îro jî Serokê nû yê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sonda yasayî xwar û dest bikar kir û hêviya serkeftinê bo dixwazim.

Herwiha daxwaz ji hikûmetên Kurdistan û Îraqê dikim hewlên cidî bo çareser kirina kêşeyên heyî bidin bi taybetî rewş û kêşeyên deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê, raste di warê leşkerî de DIŞI nemaye lêbelê hevbîrên DIŞIê mane û hîn jî metirsiya DIŞIê maye lewre lazime tevahiya aliyan hewl bo çareser kirina kêşeyên heyî bidin daku karesatên DIŞIê neyên dubare kiirn.

Derbarê çareser kirina kêşeyên Rojhilata Navîn de jî Serok Barzanî diyar kir ku şer û çareser kirina kêşeyên heyî bi sûde ti aliyekî nîne lewre lazime kêşeyên heyî bi diyalog û danûstandinan werin çareserkirin.