Şewata li Tirbespiyê hate vemirandin

agir duhê êwarê hatiye vemirandin

Tîmên agirvemirandinê û komîteyên awarte yên herêma Cizîrê bi hevakriya şêniyan û şervanan şewatên ku li gundên navçeya Tirbespiyê derket bi temamî vemirandin.

Duhê li gundên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo agir bi dehan zeviyên gundên navçeyê ket. Ji ber wê zeviyên devera di navbera gundên Leylan û Gir Doka dee şewitîn û di encama hêza bayê de şewat li zeviyên gundên aliyên bakur û rojhilatê navçeyê belav bû. Heta niha ev zirar, zirara herî mezin e ku bi şêniyan hatiye.

Piştî keda mezin a tîmên agirvemirandinê, komîteyên awarte û şêniyan bi hevkariya şervanan duhê êvarê şewatên ku çêbûne piştî ku gihaşt gundê Dêrna Qulinga yê 15 km dikeve bakurê navçeyê bi temamî hat vemirandin.