Gorên bikom yên li Koçoyê şewitîn

beşek ji cenazeyên nava goran şewitîne

Jiber berbûna agirê bi genim û erdên deverê, beşeke mezin ji gorên bikomî yên Kurdên Êzidî yên li gundê Koço şewitîne.

Li gor jêderên li Şingalê, jibe rev agirên ku di wan rojên dawî li bi gengimên deverê ber bûne, beşeke zêde ji gorên bikomî yên gundê Koço şewitîne.

Jêder behsa vê yekê kirine ku aliyên têkildar yên hikûmeta Îraqê jî bi ti awayî hewl nedane ku agirê han vemirînin jiber vê yekê hijmareke zêde cenazeyên nava wan goran jî şewitîne.