Serok Barzanî li gel şandeke fedrasiyona Kurdên Sovyeta berê civiya

dixwazên hikûmeta Kurdistanê wan ji bîr neke

Îro li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şanda Federasyona Navdewletiya Kurdên welatên Sovyeta berê ya bi Serokayetiya Dr Kinyaz Îbrahîm Mîrzayov kir.

Di hevdîtinê de şanda mîhvan pîrozbahiya hilbijartina Nêçîrvan Barzanî wekî Serokê nû yê Herêma Kurdistanê li Serok Barzanî kir. Herwiha spasiya Serok Barzanî kirin ku bo parastina gelê Kurdistanê  xebat kiriye û xebat û keda Pêşmergayetiya rêzdar ya dûr û dirêj heye û Serok Barzanî bi cihê hêviya hemû Kurdekî li cîhanê da wesif kirin. Daxwaz jî kirin ku peywendiyên wan yê di navbera Herêma Kurdistan û Kurdên Rûsya û Asyaya Navîn û revende Kurdî ya derveyê Kurdistanê de bihêztir bibê.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî şanda mêwan kir û ragihand Kurdên welatên Sovyeta berê beşekî azîzê gelê Kurdistanê ne û wan pêgeh û girîngiyeke taybet ji bo Herêma Kurdistanê heye. Ji bilî balkişandina li ser dîroka pir bi êş ya gelê Kurd wê yekê xisterû ku ew azadî û pêşveçûna niha li Herêma Kurdistanê heye berhema xweragiriya xelk û qehremaniya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ye.