Balyozxaneya Belcîkayê peyamek derbarê Nêçîrvan Barzanî de belav kir

dibêje pêngavên ku hate niha avêtine gelek girîngin

Hikûmeta Belcîkayê karên Nêçîrvan Barzanî yên di dema serokwezîriyê de bilind nirxand û tekezî li ser wê yekê kir ku di erkê Serokatiya Herêma Kurdistanê de dê piştevaniyê li Nêçîrvan Barzanî bike.

Balyozxaneya Belcîkayê li Emmanê di twîttekê de ragihand, “balyozê me roja 10ê Hezîranê li Hewlêrê beşdarî di merasima sondxwarina Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê de kir.”

Di berdewamiya vê twîttê de hatiye gotin: “Belcîka karên Nêçîrvan Barzanî wek serokwezîr bilind dinirxîne û hevdem dê li ser asta hevahengiya navdewletî piştevanê wî be di erkê Serokê Herêma Kurdistanê de.”

Balyozxaneya Belcîkayê ya li Emmanê herwiha diyar kiriye, hikûmeyên Belcîkayê, Herêma Kurdistan û herwiha Iraqê di şerê li dijî DIŞIê û dijî şaristaniyê bi hev re bûne û pêkve hevaheng bûne.