Mesrûr Barzanî: Ximetên hêja pêşkêşî gel û nîştiman dikin

dibêje lazime bilez kabîne bo xizmet kirina xelkê were ava kirin

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku îro bi fermî ji aliyê Serokê Herêmê ve bo ava kirina kabîneya nû hate pîwerdarkirin, peyameke belav kir ku ev jî tekesta vê ye;

Derbarê navzed kirin û pîwerdar kirina min ya bo Serokatî kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê bi pêwîst dizanim ku spasiyên xwe pêşkêşî cenabê Serok Barzanî, mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê, civata Serokatiya PDK û endam û alîgirên PDKê bikim bo destnîşan kirina min weke berbijêrê PDKê bo vê posta han, herwiha spasî û rêzdariya xwe pêşkêşî parlementoya Kurdistanê bi tevahiya fikrasiyonan ve dikim û navzed kirin û pîwerdarkirina min.

Herwiha spasiya birêz Serokê Herêma Kurdistanê dikim bo pîwerdar kirina min bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Spas bo bweriya we, hewl didim bi hevkariya tevahiya wan aliyan ku biryar dane beşdarî di kabîneya nû de bikin, di dema diyar kirî de pêkhateya kabîneya nû bixim berdem parlementoyê daku bilez bikarin xizmetên hêja pêşkêşî gel û nîşitman bikin, hêvî dikim tevahiya aliyên têkildar hevkariya me bikin daku bilez ev prosesa han bi serkeftî bigehînin encamên baş.

Mesrûr Barzanî

12.6.2019