Li Çînê 61 welatî canê xwe ji dest dan

zêdetir ji 350 hezar kesan jî hatine veguhastin

Li gor çavkaniyên nûçeyan yên cîhanê, di encama baran barîna bixor li navend û başûrê Çînê lehiyeke gelek mezin rabûye, erd şemitiye û di encam de herî kêm 61 welatî canê xwe ji dest dane.

Jêderên nûçeyan li ser zarê rayedarên Çînê belav kirin ku ji bilî mirina 61 kesan, hevdem 365 hezar kes ji cîhên nêzî bûyerê hatine veguhastin û zirarên mezin jî ber zêdetir ji 9 hezar xaniyan ketiye.