Serokê berê yê Misirê koça dawî kir

hêzên ewlekarî ketine amadebaşiyê

Duhê di dema danîştina dadgehê ya li ser keysa Serokê berê yê Misirê Mihemed Mursî, li Qahêreyê de, Mihemed Mursî koça dawî kir.

Li gor daxuyaniyên dozgeriya giştî ya Misirê, di dema dadgehê de, Mursî xwestiye biaxeve lêbelê dadwer jê re gotiye, danîştina dadgehê hatiye paşdexistin û piştî gotinên dadwer, Mursî li salona dadgehê dikeve.

Di mudaxileyên ewil yên nûjdarî de der dikeve ku Mihemed Mursî canê xwe ji dest daye.

Piştî belav bûna nûçeya mirina Mursî hikûmeta Misirê rewşa awarte ragihand û hêzên xwe yên ewlekarî xiste amadebaşiyê.

Mursî, bi darbeya General Abdulfetah El Sîsî ya sala 2013’an ji desthilatê hatibû gêr kirin û ketibû girtîgehê.