Trump duhê li Florîda dest bi kempeyna hilbijartinê kir

Trump duhê dest bi kempîna xwe kir

Serokê Amerîka Donald Trump duhê Sêşemê, bi mîtîngek li bajarê Orlando ya Florîda dest bi kempeyna xwe ya jinûve hilbijartinê kir.

Bi sedan piştgirên Trump, ji şeva borî li cîhê mîtîngê raketine ku bikaribin şûnên rêzên pêşîn ji xwe re peyda bikin.

Piştevanên Trump dibêjin ku ew ji polîtîkayên Trump yên derbarê aborî û koçberî gelek dilgeş in jiber ku ew berjewendîya Amerîka û Amerîkîyan tîne pêş hemî tiştên din.

Rexnegirên Trump jî hazirî dikin ku beşdarî mîtîngê bin û nerazîbûna xwe hember wî nîşan bidin.