Kesek bi kembera bombekirî ve hat desteserkirin

xwestiye di nava xelkê de xwe biteqîne

Li Rihaya Bakûrê Kurdistanê gumanbarek ku kembereke bombekirî pê re bû, hat desteserkirin.

Îro Pêncşemê li qada Haşimiye ya bajarê Rihayê ku hatinûçûn li wê deverê gelek zêde ye, gumanbarek ji aliyê hêzên polîsên Tirkiyê ve hat desteserkirin.

Piştî lêgerînên polîsê wî welatî hat dîtin ku wî kesî li ser bedena xwe bombe bicih kirine. Guman li ser wê heye ku wî kesî amadekarî dikirin bo ku êrişeke xwekujî encam bide