Kurdistanî cejna Qurbanê pîroz kirin
11/8/2019 - 10:25
Îro li Başûr, Bakur, Rojava û li beşeke navçeyên Rojhilatê Kurdistanê yekem yekem roja Cejna Qurbanê ye û Kurdistaniyên misilman ji serê sibeha îro ve li mizgevtan nimêja bikom a cejnê kirin û pîrozbahî li hev kirin.
Herwiha xelk jî bi serdanên kesûkar û xizmên xwe danê sibê cejna hevûdu pîroz kirin û cejn jî di rewşeke aram û bi ewle de tê derbaskirin.
- Log in to post comments