Artêşa rejîmê li Îdlibê pêşve diçe

navendeke steratejîk kontrol kirine

Hêzên ser bi artêşa rejîma Sûriyeyê li herêma Îdlibê navendeke girîng ya bi navê Habet bi dest xistin.

Navenda Habetê yaku weke deriye bo ser Îdlibê xudan girîngiyeke steratejîke û herwiha nêzî Heleb û Xan Şêxûnê ye jî û ji sala 2012an vir ve di destê çekdarên opozîsyonê de bû û piştî 7 salan ev yekem care dikeve destê rejîmê.

Rexmî rêkeftina Astanaya ya ji bo Îdlibê lêbelê ne çekdarên ser bi Tirkiyeyê û ne jî Tirkiye xalên rêkeftinê cîhbicîh nekirine lewre hêzên rejîmê û Rûsyeyê jî êrîşên xwe yên bo ser Îdlibê zêdetir kirine.