Konsulusê Franseyê xatira xwe ji Serok Barzanî xwest

Serok Barzanî tekez li ser bihêztir kirina têkiliyên Kurdistan û Franseyê kir
سه‌رۆك بارزانی پێشوازی له‌ كونسوڵی گشتی فه‌ره‌نسا له‌ هه‌ولێر ده‌كات
کوردستان TV
100%

Îro Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê giştî yê Franseyê yê li Hewlêrê Dominique mas kir.

Di destêka civînê de Konsulusê Franseyê Dominique Mas diyar kir ku armanc ji vê serdana han xatir xwestin ji rayedarên Kurdistanê ye jiber ku dema pîwerdariya vî weke Konsulusê Franseyê li Hewlêrê bi dawî hatiye.

Mas herwiha jiber cejna qurbanê, 16ê Tebaxê ku salvegera damezrandina PDKê û jidayikbûna Serok Barzaniye, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir.

Nav hatî di beşeke din ji axaftinên xwe de rêzdariya xwe û hikûmeta Franseyê li hember hevkarî û karasaniyên dezgehên hikûmeta Kurdistanê li gel Konsulusê Franseyê anî ziman û spasiya xelkê Kurdistanê kir û got: Xelkê Kurdistanê xudan wefadarî û hewleste û ti carî ev taybetmendiya xelkê Kurdistanê jibîr nakim.

Di beşeke din ya civînê de Serok Barzanî jî spasiya Mas kir û anî ziman ku têkiliyên navbera gelê Kurdistan û Franseyê encama helwestên Franseyê yên girîng yên li hember gelê Kurdistanê ne û tekezî li ser bihêztir kirina têkiliyên han kir.

Di dawiya civînê de behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareser kirina kêşeyên heyî bi rêya diyalogê hate kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.